Li Şırnakê pîreka 120 salî ji vîrusa koronayê xilas bû

Menîca Encuya 120 salî ya li Ortebaxa gundê Uludereya navçeya Şırnakê dijî bi dermankirina hat kirin va ji vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) xilas bû.

Li Şırnakê pîreka 120 salî ji vîrusa koronayê xilas bû

Menîca Encuya 120 salî ya li Ortebaxa gundê Uludereya navçeya Şırnakê dijî bi dermankirina hat kirin va ji vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) xilas bû.

Encuya 12 zarok û ji 100î zêdetir neviyên wê hene 15 roj berê di testa ekîbên mobîl ên Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr kirin da encama testa wê pozîtîf derket li Nexweşxaneya Zarok û Welidandina Jinan a Şırnakê ya wekî nexweşxaneya pandemiyê tê bikaranîn hildan dermankirinê.

Di encama dermankirina 15 rojan dewam kir da Encu gihîşt siheta xwe û wezîfedarên tenduristiyê bi çepikan oxir kirin.

Encuyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku pak bû gelekî kêfxweş bû û wiha pê da çû: "Xwedê ji doxtor û hemşîreyên me razî be. Gelekî baş li min mêze kirin. Heqê wan li ser min zehf e. Xwedê wan biparêze. Gelekî westiyan û eleqedar bûn. Ez ji wan razî me Xwedê jî ji wan razî be."

Halîme Encuya bûka Encuyê diyar kir ku 15 roj berê hatin nexweşxaneyê û piştî dermankirinê xwesiya wê pak bû û wiha axivî: "Xwesuya min bi piranî xurekên tebiî dixwar. Bi xwedîkirineke baş va hat ser hemdê xwe. Xwedê ji doxtor û hemşîreyên keda wan tev bûn razî be."

Dr. Bîlîm Kehya Akcana Pispora Nxweşiyên Singê ya wezîfedara nexweşxaneya pandemiyê diyar kir ku ekîbên mobîl 2 hefte berê çûn testa Encuya nikaribû bi rihetî bînê hilde kirin û paşê jî anîn nexweşxaneyê.

Akcanê got nexweşa 120 salî bersiva erênî da dermankirinê paşê jî şandin mala wê û jê ra gotin dibê ji vê şûnda baldar be.

Akcanê wiha xeberda: "Ji ber ku nexwşa me pak bû em kêfxweş bûn. Ez ji personelên me yên keda wan tevlî bûn ra sipas dikim."

Akcanê hişyarî da ku ji bo xwe ji vîrusa koronayê mihefeze bikin dibê bala xwe bidin ser rûpêç, mesafe û hijyenê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE