Li Îdila navçeya Şırnakê nexê wesayîteke biçûk a bazirganiyê û otomobîlek li hev qelibîn, di qezayê da 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin li bajaroka Sirtokê ya navçeyê otomobîla bi plakaya 27 AG 805 a ku Osman Urat (48) diajot û wesayîta bazirganiyê ya biçûk a ku Abdullah Dundar (40) diajot li hev qelibîn. Digel jokar Urat û Dundar Kezban Aşkin û M. Alî Onderê di wesayîtan da li cihê bûyerê mirin.
Rojîn Aşkin û Velî Onder û dergûşeke navê wê nehat hînbûn û di qezayê da birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên li Îdil û Cizîrê.AA