Li Şırnak û Siirtê Operasyona Eren-12 Guleşliyê hat destpêkirin

Li Şırnak û Siirtê Operasyona Eren-12 Guleşliyê hat destpêkirin

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand li Şırnak û Siirtê bi beşdariya 1317 personelan va "Operasyona Eren-12 Guleşliyê" hat destpêkirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ji bo ku rêxistina terorê ji rojeva welêt bê derxistin û terorîst bên berterefkirin li Şırnak û Siirtê "Operasyona Eren-12 Guleşliyê" hat destpêkirin.

Hat daxuyandin qomandoyên cendirme, harekata taybet a cendirmeyan (JOH), herekata taybet a polêsan (POH) û tîmên parêzvan ên ewlehiyê tevahî 1317 personel beşdarî operasyonê bûn.

Di daxuyaniyê da hat gotin di çarçoveya operasyonên Erenê yên ji bo ku li welêt teror bi temamî ji holê bê rakirin tên kirin da 75 hevşirîkê rêxistinê hatin girtin, 421 şikeft, depo û sitargeh hatin îmhekirin, gelek çek, muhîmat û alavên jiyanê hatin bidestxistin.

Hat daxuyandin bi piştgiriya gel operasyonên Erenê bi biryardarî, bawerî û serkeftî dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE