Li Şirnexê wesayîta eskerî wergeriya di encama qezayê de 12 esker birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin wesayîta bizirx a cureyê "Kobrayê" ya Fermandariya Lîvaya Qomandoyan a Cendirme ya Çakırsogutê li binya bajaroka Kumçatiyê dema întiqala eskeran de wergeriya.
Ekîbên Serwîsa Acîl a 112an 12 eskerên ku di qezayê de birîndar bibûn ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û xetereya jiyana wan tune.AA
Dîroka nûkirinê: 13 Cotmeh 2018, 10:14