Li Şırnakê yên ku xizmên wan bo çiyê hatine revandin li devderiyê HDPê xwepêşandan kirin

Ustek: "Li kuderê be bila kurê min ji minre bînin. Ez ji bo kurê xwe bixwazim hatime vêderê û ezê bi berdewamî werim vêderê."

Li Şırnakê yên ku xizmên wan bo çiyê hatine revandin li devderiyê HDPê xwepêşandan kirin

Li Şırnakê malbatên ku PKKya rêxistina terorê xizmên wan revandine çiyê, li devderiyê avahiya Serokatiya Wîlayetê ya HDPê xwepêşandan kirin.

Malbatên ku terorîstên PKKyî xizmên wan revandine çiyê, digel piştevanên wan û xizmên şehîd û xaziyan li devderiyê avahiya Serokatiya Wîlayetê ya HDPê civiyan.

Komeke ku li devderiyê avahiyê gihan hev, piştî ku rûbirûyê berteka HDPyiyan hatin, lîlandin û diruşmên weke "Bicehime PKK, bicehime HDP", "Şehîd namirin, welat nayê perçekirin" xwendin.

Emîne Ustek a ku ji bo kurê xwe Metîn Ustek beşdarî xwepêşandanê bû anî ziman ku heta tendirustiya wê li cih be, her rojên pêncşemban ji bo ku kurê xwe ji HDPê bixwazê dê xwepêşandanê bike.

Ustekê got, "Li kuderê be bila kurê min ji minre bînin. Ez ji bo kurê xwe bixwazim hatime vêderê û ezê bi berdewamî werim vêderê. Yên ku kurê min teslîm kirin ji HDPyiyan pê ve ne ti kes bûn, kurê min bi destê wan çûye çiyê. Yan na ev zarokên 13-14 salî dê rêya çiyê ji kuderê zanibin."

Zehra Gungora ku sala 1987an 12 xizmên wê ji aliyê terorîstan ve hatin kuştin jî anî ziman ku dê ti carî HDP nikaribe bibe berevanê Kurdan. HDP bi rijandina xwîna Kurdan, bi kuştina kesên ducanî û zarokan nûnera siyasî ya PKKê ye.

Besna Katara ku mêrê wê hatiye revandin jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku mêrê wê Metîn beriya 16 salan ji bo berhevkirina êzingan ji mal derketiye û êdî ti xeber jê nesitandine.

Katarê anî ziman ku piştre hîn bûye ku terorîstên PKKyî mêrê revandine û got, "Haya me jê nîn e, ka mirî ye yan sax e. Ji bo ez xeberekê jê bistînim ez hatime vêderê. Ez mêrê xwe ji HDPê dixwazim. Çimkî tiliya wan di vî karî de heye."

Malbatên ku maweyekê li ber devderiyê avahiya HDPê çalakiya xwe domandin, pişte belav bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE