Wezareta Karên Navxweyî ragihand yek jê di kategoriya gewr da li Şirnexê 5 terorîst teslimî hêzên ewlehiyê bûn.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin di encama xebatên yekîneyên cendirme û polêsan da ji 5 terorîstên teslim bûn 4 terorîst bi rêya qanekirinê û yek jî bixwe teslimî Midûriyeta Ewlehiyê ya Şirnexê bû.
Hat destnîşankirin yek ji terorîstên hat qanekirin û teslim bû di kategoriya gewr da bû û ji bona qefaltina wî 300 hezar lire xelat hatibû danîn.
AA