Li Şirnex û Agiriyê 6 terorîst hatin berterefkirin

Di operasyonên li Çiyayê Cudiyê û Çiyayê Tendurekê da 4 terorîst hatin berterefkirin

Li Şirnex û Agiriyê 6 terorîst hatin berterefkirin

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di operasyonên li Çiyayê Cudiyê yê Şirnexê û Çiyayê Tendurekê yê Agiriyê da hejmara terorîstên hatin berterefkirin derkete 6an. 

Li gor daxuyaniya Wezaretê tîmên fermandariya cendirmeyan li Çiyayê Cudiyê û Tendurekê operasyon kirin.

Di operasyona li Çiyayê Cudiyê da 2 terorîst, di operasyona li Çiyayê Tendurekê da jî 4 terorîst, bi tevahî 6 terorîst hatin berterefkirin û çekên wan jî hatin bidestxistin. 

Hat destnîşankirin ku li herêmê operasyon dewam dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Tîrmeh 2019, 18:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE