Li Şirnexê di operasyonên hişbir û qaçaxcîtiyê da 42 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Midûriya Ewlehiya Bajêr û Şaxa Deriyê Hidûd ê Xabûrê di çarçoveya têkoşîna qaçaxcîtî û hişbirê da ku ji çavkaniyên fînansê yên terorê ne, xebat hatin kirin.
Di operasyonên ku di hefteyekê da hatin kirin da 42 gumanbar hatin girtin û der heqê wan da miemele dan destpêkirin.
Di lêgerînan da 31 kîlo 125 gram eroîn, 17,48 gram benîştê afyonê, 1,67 gram metanfetamîn, 15 hezar û 590 pakêt cixareya qaçax û 19 têlefonên destan hatin bidestxistin.
Piştî hildana îfadeyan gumanbar sewqî meqamên edlî kirin û ji gumanbaran 5 kes hatin girtin, yên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Her wiha 11 kes ji ber sûcê asayîşê, 7 kes ji ber sûcê qaçaxcîtiyê, kesek ji ber sûcê terorê û kesek jî ji ber sûcê ku sextekariya belgeyan kiriye, hatin girtin û ji bo hildana îfadeya wan sewqî yekeyên têkildar kirin.