Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand li Cizîra navçeya Şirnexê di êrîşa hewanê ya terorîstan da eskerê piyade Tarik Tarcan şehîd ket.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin: "Li Cizîra Şirnexê endamên rêxistina terorê bi hewanê êrîşî qereqola me ya hidûdê kirin ku eskerê me yê piyade Tarik Tarcan şehîd ket. Em ji ber vê bûyerê gelekî xemgîn bûn û ew bû sedema êşeke mezin. Rehma Xwedê şehîdê me yê ezîz be, Xwedê sebrê bide malbata wî ya bikeder, serê gelê me yê ezîz û Artêşa Tirkiyeyê sax be."
Ji Wezîr Akar peyama sersaxiyê
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar jî ji bo şehîdketina Tarcan peyameke sersaxiyê weşand.
Akar di peyama xwe da got rehma Xwedê şehîdê ezîz be û peyamê wiha dewam kir: "Xwedê sebrê bide malbata wî ya bikeder, serê gelê me yê ezîz sax be."AA