Li Şirnexê kişandina fîlma "Keştiya Nûh Cûdî-2"yê dest pê kir

"Em dixwazin tuzîm, çand, huner û dewlemendiya Şirnexê bidin nasîn ku ev herêm ji bo sînema û rêzefîlman bibe plato."

Li Şirnexê kişandina fîlma "Keştiya Nûh Cûdî-2"yê dest pê kir

Li Şirnexê kişandina fîlma "Keştiya Nûh Cûdî-2"yê dest pê kir.

Taybetmendiya vê fîlmê ew e ku li Şirnexê cara ewil e ku fîlmeke metraja wê dirêj e tê kişandin.

Beriya destpêkirina kişandina fîlmê Bulent Durgunê çêkerê fîlmê daxuyanî da rojnamevanan û got wan ewil "Keştiya Nûh Cûdî"yê kişandiye ku ev jî dewama wê ye.

"Em dixwazin dawiya fîlmê li herêma Sefîneyê bikin"

Durgun wiha axivî: "Ev dewama beşa yekem a fîlmê ye lê li vir nirxandinên cuda hene. Lewra derhênerê hoste Gursel Ateş wê derhêneriyê bike. Di beşa ewil da komedî zêde bû, lê di ya duyem da dram jî heye. Em dixwazin dawiya fîlmê li herêma Sefîneyê bikin. Em herin cihê ku keştiyê lê daniye û em dixwazin wê derê nîşan bidin."

Durgun anî zimn ku ew dixwazin tuzîm, çand, huner û dewlemendiya Şirnexê bidin nasîn ku ev herêm ji bo sînema û rêzefîlman bibe plato û wiha dewam kir: "Emê di fîlma xwe da cih bidin ciwanên Şirnexî ku ew di sînema û rêzefîlmên Tirkan da bilîzin. Em dixwazin wek bajarên din, Şirnex jî di rojevê da cih bigire."

"Înşallah ew ê bibe xebateke serkeftî"

Derhêner Gursel Ateş jî got heta niha ew li gelek herêman xebitîye lê li vir qet nexebitiye, ew ji ber erdnîgarî û dîroka herêmê ji niha va bikelecan e.

Ateş got ew bi dilgermî hatine pêşwazîkirin û wiha dewam kir: "Li çar aliyê Tirkiyeyê fîlm tê kişandin, çima li vir neyê kişandin? Înşallah ew ê bibe xebateke serkeftî."

"Hêvî dikim li vir hê gelek fîlmên dîn bên kişandin"

Lîstikvan Metîn Yildiz jî got fîlma ewil di TRTyê da hat weşandin û eleqeyeke zêde lê hatiye nîşandan.

Yildiz got li Şirnexê kişandina fîlmeke metraja wê dirêj e pir girîng e û wiha dewam kir: "Li vir avakirina seta fîlmekê pir girîng e. Li vir însan wê hunermendan bibînin û bi hunerê ra eleqedar bibin. Hêvî dikim li vir hê gelek fîlmên dîn bên kişandin."

Lîstikvan Emre Ozmen jî got ew cara ewil e tê Şirnexê û anî ziman ji ber ku çîroka fîlmê bala wî kişandiye ew hatiye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE