Wezareta Karên Navxweyî ragihand li Şirnexê bi beşdariya hezar û 550 personelên ewlehiyê operasyona Eren Zivistan-1 Bestler-Derelerê dane destpêkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezaretê hat dayîn, ji bo ku PKKya rêxistina terorê ji rojeva welêt were derxistin û terorîstên herêmê werin berterefkirin, li Şirnexê operasyona Eren Zivistan-1 Bestler-Derelerê dane destpêkirin.
Di sewq û îdareya Fermandariya Herêmê ya Cendirmeya Şirnexê da hezar û 550 personelên ewlehiyê beşdarî operasyonê dibin û ji bo ku teror bi temamî ji rojeva welêt were derxistin bi piştgiriya gel operasyonên zivistanê yên Eren bi bawerî û biryardarî dewam dikin.
AA