Li Şirnexê projeya “Min Bibihîze”

8 hezar û 500 mamoste di rojekê de çûn mala 8 hezar û 500 mezinên xwendekaran 

Li Şirnexê projeya “Min Bibihîze”

Li Şirnexê, bi kordînasyona midûriyeta perwerdeyê ji bo bilindkirina asta perwerdeyê bi navê “min bibihîze” projeyek hat amadekirin. di çarçoveya projeyê de 8 hezar û 500 mamoste di rojekê de çûn mala 8 hezar û 500 mezinên xwendekaran.  

Li Şirnexê bi hevkariya Walîtî û Midûriyeta Perwerdeyê projeyeke taybet hat amadekirin. 

Di çarçoveya projeyê de 8 hezar û 500 mamosteyan xwe amade kir, di heman rojê de çûn mala 8 hezar û 500 mezinên xwendekaran. 

Armanca projeya “Min Bibihîze” jî ev bû ku li bajêr asta perwerdeyê bê bilindkirin. 

Xwendekar û mezinên wan ji serdana mamosteyan gelek kêfxweş bûn. 

Her wiha Waliyê Şirnexê Ali Hamza Pehlivan jî çû mala mamosteyê keçikên xwe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE