Li Şirnexê pêşbirka paraşûtê

"Êdî bajarê me bi xeberên terorê nayê rojevê. Ev çalakî wê ji bo turîzma bajêr jî baş be"

Li Şirnexê pêşbirka paraşûtê

Li Şirnexê li quntarên Çiyayê Nimêjê pêşbirkên paraşûta berpalê dest pê kir. 

Ji bo pêşbirkan ji bajarên herêmê 20 pîlot hatin Şirnexê. Pîlotên beşdarî firînê bûn bi kelecaneke mezin têkoşîn dan. 

Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş û lijneya ligel wî pêşbirk temaşe kirin. Walî Aktaş der barê pêşbirkan de daxuyanî da û wiha got:

"Ev pêşbirk bi hevkariya Federasyona Sporên Esmangeriyê ya Tirkiyeyê û Kuluba Sporên Siruştî va hat lidarxistin. Qasî 25 werzişkar beşdarî pêşbirkê dibin. Êdî bajarê me bi xeberên terorê nayê rojevê. Ev çalakî wê ji bo turîzma bajêr jî baş be."

Serokê Şaredariya Şirnexê Mehmet Yarka jî got ku çalakiyên wiha ji bo îmaja bajêr baş dibe û ji kesên ku di organîzasyonê da alîkar bûn ra spas kir. 

Ji werzişkaran Yunus Narîn û ew ji bo pêşbirkê ji Sêrtê hatiye û wiha got: "Min bihîst ku li Şirnexê pêşbirkên paraşûta perbalê wê bên kirin. Min got ez jî wê beşdar bim. Şikur ez hatim. Gelekî bikêf derbas dibe kelecaneke mezin heye. Înşellah Şirnex ji vir şûn da wê bi xeberên wiha xweş were rojevê."

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE