Li Şirnexê êrîşa terorê, 2 esker şehîd

Li herêma Çiyayê Gabarê di encama teqandina teqemeniya destçêkirî ya bi destê terorîstên PKKyî da 2 esker şehîd bûn, 5 esker jî birîndar bûn

Li Şirnexê êrîşa terorê, 2 esker şehîd

Li Şirnexê di êrîşa bi teqemeniya destçêkirî ya terorîstên PKKyî da 2 esker şehîd bûn, 5 esker jî birîndar bûn.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, li devera çiyayî Gormeçê ya herêma Çiyayê Gabarê ku lê operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê didome, di dema kontrola devera çiyayî da teqemeniya destçêkirî ya ku bi destê terorîstan hatiye çalkirin, hat teqandin.

Di teqînê da 2 esker şehîd bûn, 5 esker jî birîndar bûn.

Eskerên birîndar bi helîkopterê ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin veguhastin.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Mijdar 2018, 18:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE