Li Şirnexê şikefta 3 qatî hat xirabkirin

Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê di operasyonê da şikefteke 3 qatî ya terorîstên PKKyî bi kar dianîn hat tesbîtkirin

Li Şirnexê şikefta 3 qatî hat xirabkirin

Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê di operasyonê da şikefteke 3 qatî ya terorîstên PKKyî bi kar dianîn hat tesbîtkirin û hat xirabkirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, Fermandariya Cendirmeyên Bajêr bi endamên tevgera taybet û yekîneyên Fermandariya Lîwaya Hidûd a 48an ra di navbera 28-30yê nîsanê da li Kemerlî û Boyunyakaya texmên Çiyayê Cûdî operasyon kirin.

Di çarçoveya operayonê da teqîbat hat kirin û di teqîbatê da şikefteke 3 qatî ya terorîstan bi kar dianîn hat tesbîtkirin.

Yekîne li şikeftê geriyan û di lêgerînê da 3 bombeyên destan, cebilxaneya wekî dafik danîne, 2 qundaxên keleşkofan, 4 tup, 6 kon, jenerator, amûrên tenduristiyê û gelek amûrên jiyanê hatin dîtin.

Hêzên ewlekariyê şikeft xirab kir, amûrên dîtin jî îmhe kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE