Li Şirnex û Sêrtê berfê rêya 76 cî û waran girtiye

Rêya 5 gund û 4 mezreyên ser navendê, 15 gund û 7 mezreyên ser Beytuşebabê û 6 gundên ser Uludereyê girtî ne. 

Li Şirnex û Sêrtê berfê rêya 76 cî û waran girtiye

Li Şirnex û Sêrtê berfê rêya 65 gund û 11 mezreyan girt. 

Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajarê Şirnexê hat hildan, ji duh êvarê vir va li navenda bajêr û li navçeyên Beytuşebab û Uludereyê berf barî, bi taybetî rê û dirbên gundên çiyayî hatin girtin.

Rêya 5 gund û 4 mezreyên ser navendê, 15 gund û 7 mezreyên ser Beytuşebabê û 6 gundên ser Uludereyê girtî ne. 

Li herêmê qalindahiya berfê cî bi cî heta 30 santêmî dertê. 3 loderî 3 greyder, 5 kamyonên bikêr, bi tevahî 11 ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Li navenda bajêr jî ekîbên şaredariyê xebatên paqijkirinê didomînin.

- Sêrt

Li deverên çiyayî yên Sêrtê ji ber baran û bagerê li navçeya Perwariyê rêya 21 gundan, li navçeya Şîrwanê jî rêya 18 gundan girtî ye.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo dergûşeke ku nexweş ket, rê vekir û li texma Gumuşorenê ya Perwariyê dergûş teslîmî ambulansê kir.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Ekîbên Şeftiya Sêrtê ya 94em a rêbejan jî li Şîrwanê rê vekirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE