Li Şirnex û Sêrtê ji ber berfê rêya 32 gundan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Li Şirnexê ji ber berfa ku ji do êvarê vir da dibare rêya gundekî li ser navendê, 4 gundên Beytuşebabê û 2 gundên Uludereyê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Ekîbên rêbejê û Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.
Li Sêrtê jî ji ber berfê rêya 25 gundan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Berfa ku li Perwarî û Şîrvanê dibare jî li ciyên bilind di jiyanê da tengasiyan derdixe.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û yên Şeftiya Şaxa 94an a Rêbejê ji bo rêya 12 gundên Perwariyê û 13 gundên Şîrvanê vekin xebatên xwe bênavber didomînin.