Li Şirnexê tankerek teqiya: miriyek û 2 birîndar

Di teqîna ku li parka yedîemîna Sîteya Pîşesaziyê ya Şirnexê di nava tankerekê de çêbû de li gorî tesbîtên berahî kesek mir û 2 kes birîndar bûn

Li Şirnexê tankerek teqiya: miriyek û 2 birîndar

 Di teqîna ku li otoparka yedîemîna Sîteya Pîşesaziyê ya Şirnexê di nava tankerekê de çêbû de li gorî tesbîtên berahî kesek mir û 2 kes birîndar bûn.

Li parka yedîemîna Sîteya Pîşesaziyê ya Şirnexê di nava tankereke veguhastina sûtemeniyê de ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin teqîn çêbû.

Di bûyerê de Jîndar û Delîl Şan digel Îbrahîm Zeyrek birîndar bûn.

Li ser îxbarê ekîbên Servîsa Acil a 112ê, AFAD, UMKE û yên îtfaiyeyê şandin cihê bûyerê.

Ji birîndarên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê Jîndar Şan (17) tevî hemî midaxeleyan nehatiye rizgarkirin. Hat ragihandin ku rewşa metirsiya jiyanî ya birîndarên din tune ye.

Bi tesîra teqînê hinek wesayitên din ên li otoparkê zirar dîtin.

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE