Li Silopiya navçeya Şirnexê wesayîteke eskeran welgeriya, eskerek şehîd ket, 20 esker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan wesayîta eskerî ya bizirx ya ku diçû Qişlaya Şehîd Ercument Turkmen li devê navçeyê welgeriya.
Di qezayê da eskerek şehîd ket, 20 esker jî birîndar bûn.
Tîmên Serwîsa Acil a 112yê birîndar rakirin nexweşxaneyên li Silopî, Şirnex û Cizîrê.
AA