Li Şirnexa ku ji sîya terorê xelas bûye di nav 2 salan da 823 kargeh vebûn

Bi xebatên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê, Walîtî, Şaredarî û saziyên din reng û rûyê bajêr guherî, kuçe û kolan hatin nûkirin û ronahîkirin.

Li Şirnexa ku ji sîya terorê xelas bûye di nav 2 salan da 823 kargeh vebûn

Li bajarê Şirnexê ya şopên terorê lê hatin paqijkirin û rewşa aramiyê lê çêbûye di nav 2 salan da 824 kargehên nû hatin vekirin, aborî zindî bû.

Piştî operasyonên hêzên ewlehiyê li bajêr rewşa aramiyê çêbû ku tesîra wê di her qadê da tê dîtin. 

Bi xebatên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê, Walîtî, Şaredarî û saziyên din reng û rûyê bajêr guherî, kuçe û kolan hatin nûkirin û ronahîkirin.

Heta şev dereng êdî li bajêr kafe, xwaringek, pastexane û kargeh vekirine, welatî li derva dema xwe derbas dikin.

Li bajêr di nav 2 salan da 824 kargehên nû hatin vekirin ku xweditê van kargehan jê 113yan ji herêmên din hatin Şirnexê û kargeh vekirin.

 "Şirnex êdî bû cihekî ewle"

Tunahan Efendîogluyê Alîkarê Waliyê Şirnexê got ji ber ku li bajêr aramî çêbû, miteşebis Şirnexê tercîh dikin.

Efendîoglu got êdî li bajêr kargehên nû tên vekirin û wiha axivî: "Şirnex êdî bû cihekî ewle, em ji ber vê kêfxweş in."

 "Berê esnafên me diçûn derva, lê êdî ji derva tên"

Heşar Haşîmogluyê Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Zinaetkaran a Şirnexê jî anî ziman 40 sal e esnaf ji ber terorê gelekî zehmetî kişand lê di nav 5 salan da li bajêr guherîn çêbûn û ev 2 sal e jî êdî behsa terorê nayê kirin.

Haşîmoglu got 113 kes ji derva hatin bajêr û kargeh vekirin û wiha dewam kir: "Berê esnafên me diçûn derva, lê êdî ji derva tên ku mazûvaniyaesnafan ji bo me kêfxweşî ye. Em hêvî dikin lirojên pêş me em behsa 100-200î na behsa hezaran bikin. Wek  Odeya Esnaf û Zinaetkaran deriyê me heta dawiyê vekiriye."

 Ji Orduyê hat kargeh vekir

Serap Turkeliya ji Orduê hat û li Şirnexê kargeh vekir jî wiha got: "Beriya ku ez ji Orduyê bêm vê derê ji ber terorê ditirsiyam, lê piştî ku ez hatim Şirnexê fikrên min tevahî guherî. Ez fikirîm li vir kargehekê vekim. Ji ber alîkarî û piştgiriê ez spasiya gelê Şirnexê dikim. Ji ber tevgerên wan pêşdarazên min  ji holê rabûn."

Ji Hatayê hat restoranta masiyan vekir

Senem Beyaza ji ber wezîfeya mêrê xwe ji Hatayê hatiye Şirnexê jî li bajêr restoraneke masiyan vekiriye ku wiha got: "Min xwest ku ez rêberiyê bikim ku kargehên ji ciwanan ra derfetên kar û bar derdixin holê vebin. Bila ji her aliyê bajêr veberhêner bên Şirnexê û qadên kar û bar zêde bibin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE