Li şirşirnega herî mezin a Turkiyeyê xweşikahiyên payîzê

Şirşirnega li Uzundereya navçeya ku Yekîtiya Bajarên Sakin a Navneteweyî di sala 2016an da wekî bajarê herî sakin ê 11an yê Turkiyeyê hilbijart piştî xebatan gelekî xweş bû û ji tebîethez û wênekêşan ra mazûvaniyê dike.

Li şirşirnega herî mezin a Turkiyeyê xweşikahiyên payîzê

Şirşirnega Tortumê ya ji bo Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê wekî namzed hat nîşandan û li Turkiyeyê şirşirnega herî mezin e bi hatina payîzê ji ziyaretvanan ra mazûvaniyê dike.

Şirşirnega li Uzundereya navçeya ku Yekîtiya Bajarên Sakin a Navneteweyî di sala 2016an da wekî bajarê herî sakin ê 11an yê Turkiyeyê hilbijart piştî xebatan gelekî xweş bû û ji tebîethez û wênekêşan ra mazûvaniyê dike.

Şirşirnega li kîlomêtreya 110î ya rêbejaya Erzirom-Artwînê cî digre bi lambeyên şevê, şaneşînin temaşeyê, rêyên meşê, hawirdor û rengên payîzê va ziyaretvanan şaş û metel dihêle.

Kesên payîzê şirşirnegê ziyaret dikin wêneyên der û dora ku bi rengên payîzê xemilî ye dikişînin. Şirşirnega berayiya wê 21 mêtre bilindahiya wê 48 mêtreyî bi dîmenên xwe û dengê avê va bala ziyaretvana ndikişîne.

Ziyaretvan gelekî diecibînin

Hakan Beyê ziyaretvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi malbatî hat Şirşirnega Tortumê û wiha axivî: "Şirşirnega Tortumê ji xweşikahiyên welatê me yek e. Dibê were dîtin."

Bey destnîşan kir ku berê jî li şirşirnegê geriyabû, di encama hewlên Okay Memîşê Waliyê Erziromê û rayedaran da der û dor hat sererastkirin û ji berê xweştir bû.

Bey got qasî ku firsendê dibîne li herêmên xweş ên welêt digere û wiha pê daçû: "Bi hatina payîzê Şirşirnega Tortumê bi rengên cuda xemilî. Ji ber ku baran kêm barî av zêde ji şirşirnegê nakişe lêbelê dîsa jî ev dera gelekî xweş e."

Taner Sariyê ziyaretvan jî got, "Rengên payîzê şirşirneg xemilandine, dema meriv digere rihetî tê merivan. Dibê her kes teqez vê derê bibîne. Tebîet, dengê avê, her tişt baş e û hizûrê dide."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE