Li Şirvana xebata jinan a ji bo perwerdeyê

8 jinên Navenda Perwerdeya Gel ji bo ezmûna LGS’yê cilên parastinê didirûn

Li Şirvana xebata jinan a ji bo perwerdeyê

Di 20ê hezîranê de wê ezmûna têketina lîseyan LGS were kirin. Li şêrwana sêrtê 8 jinên navenda perwerdeya gel him ji bo parastina xwendekaran, him jî ji bo parastina peywirdarên ezmûnê cilên parastina ji vîrûsa koronayê didirûn. Dûv re jî teslîmî rayedarên navçeyê dikin.

Xwendekar wê di 20ê Hezîranê de bikevin Ezmûna Têketina Lîseyan.

Ji bo ezmûnê hemû tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê hatin girtin.

Jinên Navenda Perwerdeya Gel a Şêrwana Sêrtê jî ji bo piştgiriya ezmûnê dest bi xebatekê kirin.

Di çarçoveya xebatê de 8 jinên Navenda Perwerdeyê him ji bo xwendekaran, him jî ji bo peywirdarên ezmûnê cilên parastina ji koronayê didirûn.

Jinên Şêrwanî ji bo dirûtina cilên parastinê kedeke mezin didin û dûv re jî teslîmî rayedarên navçeyê dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE