Li Sivasê qeza: 11 birîndar

Li Guruna navçeya Sivasê otobêseke rêwiyan welgeriya 1 kes birîndar bûn

Li Sivasê qeza: 11 birîndar

Li Guruna navçeya Sivasê otobêseke rêwiyan welgeriya, 11 kes birîndar bûn.

Otobêsa ku şofêrê wê Hakim Ozkir û plaqeya wê 13 AAF 095 e li ser rêya Sêwas û Meletiyê nêzîkî Încesuya gundê li ser navçeya Gurunê welgeriya.

Di qezayê da Şadiye Karaçam (25), Melahat Aydîn (31), Fatma Zengîn (24), Emîn Yener (25), Metehan Goverçîn (23), Ahmet Alkiş (38), Şîfa Belkirat (34), Nîlufer Sarikaya (53), Umît Ustun (20), Ayşenur Donat (27) û Betul Adiyaman (26) birîndar bûn.

Ji birîndaran hinek piştî tedawiya wan a ewil ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Gurunê sewqî Sivasê bûn.

Hat ragihandin di otobêsê da 39 rêwî hebûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE