Li Siverekê Mezata herî mezin a navçeyê

Şaredariyê mezata li navendê rakir û tesîseke mezin û nûjen çêkir

Li Siverekê Mezata herî mezin a navçeyê

Li Sivereka Şanliurfayê înşeata mezata mezin qediya. Li bazara nû ji parka wesayîdan bigirin heta serşokê, hemû îmkan hene.

Her eyda qurbanê, li Sivereka Şanliurfayê menzereyeke nexweş çêdibû.

Lewra xelkê qurbanên xwe di nav şert û mercên nebaş de, li derve ser jê dikirin.

Şaredariya Siverekê ji bo ev yek ji holê rabe projeyeke mezin çêkir.

Li ser qadeke 100 hezar metroçarçikî him bazareke heywanan him jî tesîseke mezin a serjêkirinê ava kir.

Li tesîsê ji bo serjêkirinê teknolojiya herî dawî tê bikaranîn.

Ligel vê, li tesîsê ji parka wesayîdan û cihê bêhnvedanê bigirin heta serşokê gelek tişt hene.

Siverekî dixwazin riyên ku tên mezatê jî bên nûkirin û kêmasî bên temamkirin.

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2020, 17:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE