Li Siverekê mezateke nû tê avakirin

Mezat li herême dê bibe mezata herî mezin...

Li Siverekê mezateke nû tê avakirin

Li herêmê kirîn û firotina heywanan herî zêde li sêweregê tê kirin. Lê mezata heyî di nav bajêr de ye û ji ber trafîk û qirêjiyê dibe sedema gelek pirsgirêkan. Şaredariyê mizgîniya çêkirina mezateke nû da. Mezata wê were avakirin wê him nûjen be him jî li herêmê wê ya herî mezin be.

Sêwerek hema bêjin navenda kirîn û firotina heywanan e.

Lê mezata ku di nav bajêr de ye him dibe sedema trafîkê him jî ji ber mezatê derdor qirêj dibe. Xelk jî ji ber vê yekî gilî û gazinan dike.

Şaredariya Sêweregê mizgîniya mezateke nû da û ji bo mezata nûjen û mezin xebat dest pê kirin.

Mezata nû wê li ser 15 donim erdî bê avakirin û li herêmê wê bibe mezata herî mezin...

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE