Li Şîliyê ev 7 roj in xwepêşandan dewam dikin

Li Şîliyê hefteya borî zem hat ser bihayê metroyê û li ser vê çalakiyan dest pê kir û paşê jî bûyerên tundiyê zêde bûn.

Li Şîliyê ev 7 roj in xwepêşandan dewam dikin

 Li Şîliyê hefteya borî ji ber zema ku hat ser bihayê metroyê çalakiyan dest pê kir û ev heft rojin dewam dikin.

Dibêjin ku ev "di dîroka Şîliyê da çalakiyên herî mezin" tê hesibandin û bi sed hezaran kesên li Meydana Îtalyayê ya paytext Santîagoyê kom bûne tevlî hikûmetê Serokê Dewletê Sebastian Pinera, bihabûna li welêt û kêmasiya xizmetên di qada sihetê da protesto dikin.

Li gor çapemeniya herêmî di çalakiyan da ji 800 hezarî zêdetir kes cih digirin û tê payîn ku ev reqam ji milyonekî derbas bibe.

Hefteya borî di nav saetên diyarkirî da sedî 4 zem dan ser bihayê metroya ku ji bo welatiyan wesayîta girîng a çûn û hatinê ye û li ser vê jî xwe ji ser turnîkeyan ra gav kirin û protestoyon dest pê kir. Hêzên ewlehiyê jî kesên xwe ji ser turnîkeyan da avêtin û pere nedan bi darê zorê ji rawestgehan derxistin û li ser wê tevgerê jî bûyerên tundiyê dest pê kirin.

Çalakvanan jî li ser tevgera hêzên ewlehiyê turnîke û camên hin rawestgehan şikênandin û li ser vê jî polêsan bi xaza rondikrêj va mudaxeleyî wan kir û li hin herêmên Santîagoyê polês û çalakvan bi hev ketin.

Ji ber ku çalakî li gelek deverên welêt belav bû ewlehiya 3 herêm û 11 bajarî bi "rewşa acil" va dewrî artêşê hat kirin û "li wan deran "qedexeya derketina derva" hat îlankirin.

Di çalakiyên ev hefteyeke dewam dikin da heya niha 19 kes mirin ji 500î zêdetir kes birîndar bûn û herî kêm 2 hezar û 600 kes jî hatin binçavkirin.AA

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2019, 15:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE