Şirîktiya Gelêrî ya Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) diyar kir ku li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê petrol hat dîtin.
Li ser hesabê medyaya civakî ya TPAOyê peyam hat weşandin û ji bo keşfê wiha hat gotin:
"Li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê keşfeke teze. Di encama xebatên me yên li bîra Gunyurdî-1ê ya 32 kîlomêtro li rojhilatê Nisêbîna navçeya Mêrdînê da petrola giran a bi qîmeta 11,8 APIyê hat dîtin."
Di peyamê da dîmenên keşfê jî hatin weşandin.
AA