Wezareta Parastinê ya Neteweyî diyar kir ku li sînorê Yewnanistan û Sûriyeyê 1ê wan DEAŞî, 3yê wan PKK/KCKyî bi tevahî 7 kesên hewl didan bi rêyên dereqanûnî ji sînorê welêt derbas bibin hatin girtin.
Di peyama li ser hesabê wezaretê da wiha hat gotin:
"Têkoşîna me ya dijî terorê li sînoran jî dewam dike. 7 kesên hewl didan ji welatê me derbasî Yewnanistanê, ji Sûriyeyê derbasî welatê me bibin bi destê yekîneyên me yên hidûd hatin derdestkirin. Hat tesbîtkirin ku 3 kes endamên PKK/KCKya rêxistina terorê ne, kesek jî endamê DEAŞa rêxistina terorê ye."AA