Li Solxanê, bi saya atolyeyên tekstîlê ku bi piştgiriya dewletê hatin vekirin, 460 welatî debara xwe dikin. Di kargehê de piranî jî jin dişixulin.
Li Solxana Çewligê bi piştgiriya dewletê 2 heb atolyeyên tekstîlê dest bi xebatê kirin.
Febrîkayên nû bi merasîmekê hatin vekirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Cevdet Yilmaz, Parlamenterê AK Partiyê Feyzi Berdibek û rayedarên bajêr beşdarî merasîmê bûn.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Cevdet Yilmaz: “Di 17 salên dawî de, bi saya projeyên Serok Recep Tayîp Erdogan li bajarê me gelek kargeh vebûn û xizmetên baş hatin kirin… ligel vê li bajarê me tu hêzên terorî jî neman. Îro Çewlig bajarekî aram e û her roj pêş dikeve.”
Di atolyeyên tekstîlê de 460 karker dişixulin.
Piraniya wan jî jin in.
Bi saya piştgiriyên ji bo karsazan, li bajarên mezin her roj hejmara febrîqa û kargehan zêde dibe; ji aliyê ekonomiyê ve destê gelê herêmê xurttir dibe.