Ofîsa Kordînasyona Karên Mirovî (UNOCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Somaliyê ji ber barana gur lehî rabûn û 16 kes mirin.
Di daxuyaniya UNOCHAyê da hat diyarkirin ku ji ber şiliya ku di heyama nîsan-hezîranê da li herêmên Putland, Galmudug û Jubalanda welêt dest pê kir lehî rabûn û 16 kes mirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku heta niha 200 hezar kes jî ji cihên xwe bûn.
Hat gotin ku dema şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) û dagiriya kuliyan jî li serê bê zêdekirin dê lehiya li herêmê rewşê xirabtir bike.
Li Somaliyê heta niha 873 waqieyên Kovîd-19ê hatin dîtin û 39 kes ji ber vîrusê mirin.AA