Li Îspanyayê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 301 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 23 hezar û 822 kesan.
Wezareta Tenduristiyê hejmara mirî û waqieyên Kovîd-19ê eşkere kirin.
Li welêt duh 331 kes miribûn û îro hejmara kesên di rojekê da mirin derket 301 kesî. Wezaretê diyar kir ku hejmara miriyan derkete 23 hezar û 822 kesan.
Wezaretê diyar kir ku li gor daneyên testên PCRyê hejmara nexweşan di 24 saetan da 1308 zêde bû û derkete 210 hezar û 773yan.
Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 1673 kes rind bûn û hejmara kesên rind bûn derket 102 hezar û 548an.
Rayedarên Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da balê dikişînin ku vê hefteya dawîn hemara kesên rind dibin ji ya kesên bi nexweşiyê dikevin zêdetir e.
Di çarçoveya tevdîrên dijî Kovîd-19ê da rewşa derasayî ew ê hetanî 9ê gulanê dewam bike, difikirin ku rewşa derasayî hetanî 24ê gulanê dirêj bikin.AA