Li Sûrê 20 berhemên dîrokî yên terorê zirar dayê hatin restorekirin

Midûrê Herêma Weqfan a Diyarbekirê Metîn Evsen daxuyanî da û got ku gelek berhemên girîng û dîrokî ji êrîşên terorê zirarê dîtin.

Li Sûrê 20 berhemên dîrokî yên terorê zirar dayê hatin restorekirin

Midûriyeta Giştî ya Weqfan 20 berhemên dîrokî yên li navçeya Sûrê ku di êrîşên terorê yên sala 2015an da zirar dîtibûn bi xerckirina 60 milyon lireyî va restore kir.

Seba ku reng û rûçikê navçeya dîrokî ya di êrîşên terorê da zirareke mezin dît bê xweşikirin wezaretên eleqedar û saziyên dewletê dest bi xebatê kirin.

Midûriyeta Giştî ya Weqfan jî ji bo berhemên dîrokî yên bi êrîşên terorê zirar dîtin restore bike kar û xebat da destpêkirin.

Ji ber êrîşên terorê li navçeya navendî ya Sûrê gelek mizgeft, dêr, xanî, pire û bi tevahî qasî 612 berhemên çandî zirar dîtibûn.

Ji wan berheman mizgeftên Xusrew Paşa, Parli, Nasuh Paşa, Kadi, Sefa, Ulu, Îbrahîm Beg, Fatihpaşa û Erebşex, Dêra Protestanan, Mînareya Çarling, Mescida Hasirliyê jî di nav da restorekirina 20 berhemî hat temamkirin. 

Midûrê Herêma Weqfan a Diyarbekirê Metîn Evsen daxuyanî da û got ku gelek berhemên girîng û dîrokî ji êrîşên terorê zirarê dîtin.

Evsen destnîşan kir ku di nav cih û warên zirar dîtin da Mizgefta Fatîhpaşa ya ji heyama Osmaniyan berhema sereke bû.

Di berdewamiya axaftina xwe da Evsen ragihand ku mizgeft, dêr, xan û gelek xanî di nav berhemên zirar dîtin da hene.

Evsen diyar kir ku Midûriyeta Giştî ya Weqfan dest bi restorasyona berhemên berê projeyên wan hatibûn amadekirin kir û wiha got: "Di mijara yên projeyên wan hene da me tengasî nekişand. Lê ji bo yên projeyên wan tunin jî proje hatin amadekirin. Piştî ku lijneyê tesdîq kir me dest bi restorasyona wan kir."

Evsen destnîşan kir ku Diyarbekir ji bajarên şaristaniyê yên welêt e, bajar bi hemû berhemên xwe va dewlemendiya xwe nîşan dide.

 "Em dixwazin dîsa ji cimaetê ra vekin"

Evsen diyar kir ku xebatên restorasyonê kêmzêde 60 milyon lire girt û wiha pê da çû:

"Restorasyona Mizgefta Xusrew Paşa hat temamkirin, ji bo vekirinê amade ye. Bi vî awayî restorayona hemû berhemên ji ber terorê zirar dîtibûn hat temamkirin. Me ji terorê zirareke mezin dît. Nika jî vîrusa koronayê ya bûye bela. Înşallah ku ji vê xilas bibin em difikirin ku nimêja înê li vê derê bikin. Mizgefta Xusrew Paşa gelekî zirar dîtibû. Me proje amade kir. Lijneyê qebûl kir. Me ji banî dest pê kir zirçên wê giherand. Restrasyoneke berfireh kir. Der û dora mizgeftê serast kir. Mizgeft zef girîng e, wekî kuliye hatiye avakirin. Di hundir da mizgeft û medrese hene. Hetanî sala 1980yî wekî wargeh hatiye xebitandin. Paşê dîsa vegerandine mizgeftê."

Evsen bal kişand ku ji sala 2015an vir da li mizgeftê îbadet nayê kirin û got, "Em dixwazin dîsa ji cimaetê ra vekin. Vê berhema xweşik ji bo gel vekin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE