Li Sûra Diyarbekirê xebatên arkeolojîk dewam dikin. Di lêkolînan de qenalên avê û sîstema qalorîferê hat tespîtkirin. Tê texmînkirin ku ev sîstem 1800 sal beriya niha hatiye çêkirin.
Diyarbekir bajarekî qedîm e. Miletên wek Ûrartû, Pers, Rûmî, Ebbasî, Merwanî, Selçukî û Osmaniyan li bajarê Amadê şaristanî ava kirine.
Li Sûra Diyarbekirê di “Amîda Hoyûkê” de bi salan e ku xebatên arkeolojîk tên kirin. Di xebatan de derbarê miletên berê de agahî tên bidestxistin.
Di lêkolînan de herî dawî qenalên avê û sîstema qalorîferê hat derxistin. Tê texmînkirin ku ev sîstem 1800 sal beriya niha hatiye çêkirin.
Xelkê Sûrê ji bo xebatan memnûn in. Ew dibêjin ji bo danasîna bajêr lêkolînên arkeolojîk girîng in.
Armanc ev e ku di xebatên arkeolojîk de Qesra Artûkiyan bê tespîtkirin û bê derxistin.