Li Sûra dîrokî terasa temaşeyê

Her roj bi hezaran welatî ji terasa cam li manzereyê temaşe dikin

Li Sûra dîrokî terasa temaşeyê

Li Diyarbekirê sûrên dîrokî û Baxçeyên Hevselê êdî li Fîskayayê ji terasa cam xweştir xuya dikin. Piştî çêkirina terasa cam welatî ji bo menzereya siruştê berê xwe didin virê û li menzereyê temaşe dikin.

Xweşikahî, siruşt û menzereya sûrên Diyarbekirê êdî xweştir xuya dike.

Bi saya terasa cam êdî ji 60 metre jorê menzereya bexçeyên Hewselê û çemê Dîcleyê tê temaşekirin.

Li aliyê jêr newaleke kûr heye, sûlav diherike û li jorê jî welatî li siruştê temaşe dikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo vê terasa cam a temaşeyê nêzî 6 hezar kîlo pola bi kar anî.

Di heman demê de 30 kes dikarin li ser vê terasa cam bisekinin.

Tevî cihê rûniştinê ev terasa li Fîskayayê li ser 230 metreçarçikî hat avakirin.

Bi şev jî bi şewqên cûr bi cûr ev dever rengorengo dibe.

Welatî li ser vê terasê hem fotografan dikişînin hem jî li siruşta deverê temaşe dikin.

Welatiyên ku bûn heyranê manzereyê têra dilê xwe wêneyên hev girtin.

Her roj bi hezaran welatî serdana vî cihî dikin û mêvanên xwe tînin virê. Lê Kesên ji bilindahiyê ditirsiyan jî hebûn.

Ji herkesê ku serdana vî cihî dike ji bo paqijî û mihafezeyê lîreyek pere tê standin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE