Li Sûriyê lîga futbolê dest pê kir

26 tîmên futbolê pêşbirkên xwe li El Babê dileyzin....

Li Sûriyê lîga futbolê dest pê kir

Li Sûriyeyê piştî 8 salan kelecana futbolê careke din dest pê kir. li herêma mertala feratê lîga futbolê hat organîzkirin. 26 tîm pêşbirkên xwe li qada el babê dileyzin. bi saya rihê futbolê di navbera miletên sûriyeyê de biratî jî xurt dibe.

Alîgirekî azana şerîf xwend û pêşbirka dijwar bi fîka dadger dest pê kir.

Li Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî futbol bidawî bû bû.

Bi saya Operasyona Mertala Feratê ya Tirkiyeyê li gelek bajaran aramî û ewlehî pêk hat.

Li bajarên ewle kelecana futbolê piştî 8 saan dîsa dest pê kir.

26 Tîmên futbolê pêşbirkên xwe li qada El Babê dileyîzin. Her hefteya ku diçe kelecan zêde dibe.

Bi hezaran alîgirî pêşbirka tîma El Mayadin û El Ceyşê li trîbûnê temaşe kirin.

Hem bi lîstika futbolê hem jî li trîbûnan dîmenên rengîn derketin holê.

Di Lîga nû ya Futbola Sûriyeyê de 26 tîmên El Bab, Çobanbey, Aktarin, Minbîç, Guta, Raî, Azez, Rakka û Cerablusê cih digirin.

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE