Li Sûriyeyê 142 hezar kes bi îşkenceyê hat kuştin

SNHRyê ji ber 26ê Hezîranê Roja Piştevaniya Navneteweyî ya bi Mexdûrên Îşkenceyê rapor weşand.

Li Sûriyeyê 142 hezar kes bi îşkenceyê hat kuştin

Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyand qasî ku hatiye tespîtkirin ji adara 2011an vir va jê gelek ji hêla rejima Beşar Esed tevahî 142 hezar û 27 sivîl bi îşkenceyê hatine kuştin.

SNHRyê ji ber 26ê Hezîranê Roja Piştevaniya Navneteweyî ya bi Mexdûrên Îşkenceyê rapor weşand.

Li gor raporê li Sûriyeyê ji adara 2011an a ku serhildana gel dest pê kir vir va jê 177 zarok, 62 jin tevahî 142 hezar û 27 sivîl bi îşkenceyê hatin kuştin.

Jê 173 zarok, 45 jin tevahî 140 hezar û 70 sivîl ji hêla rejima Beşar Esed va bi îşkenceyê hatine kuştin.

YPG/PKKya rêxistina terorê jî jê yek zarok, 2 jin tevahî 43 sivîl bi îşkenceyê kuşt.

DEAŞa rêxistina terorê jî jê yek zarok, 14 jin tevahî 32 sivîl bi îşkenceyê kuşt.

Kesên nasnameya wan nediyarin jî dîsa bi îşkenceyê 15 sivîl kuştin.

Di raporê da hat gotin ev hejmar yên hatine tespîtkirin in, hejmara rastîn ji vê zêdetir e.

Ji bilî îşkenceyên di girtîgehan da tên kirin behsa rewşa hucreyan, tenduristiyê, xwarin û xewa kêm a girtiyan jî hat kirin û hat gotin ev dibin sedema nexweşiyên derûniyê.

SNHRyê di 30yê nîsanê da jî daxuyaniyek dabû û gotibû bi sedhezaran kesên ku ji hêla rejimê va hatine girtin jê 890 kes di girtîgehan da mirine, ji gulana 2018an vir va ji daîreyên nifûsê ra agahî tê dayîn.

Çavkaniyên mixalif dibêjin niha di girtîgehên rejimê û navendên lêpirsînê da herî kêm 500 hezar kes hene.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Hezîran 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE