Li Sûriyeyê 3 fakûlte tên vekirin

Zanîngeha Gaziantepê li El Bab, Azez û Efrînê fakûlteyan vedike

Li Sûriyeyê 3 fakûlte tên vekirin

Zanîngeha Entabê li Sûriyeyê fakûlte vedike. Biryara serokatiyê di rojnameya fermî de hat weşandin û wê li Sûriyeyê 3 fakûlte werin avakirin.

Li Sûriyeyê fakûlte tên avakirin. Fakulte ê girêdayî Rektoriya Zanîngeha Entabê bin.

Li El Babê wê fakûlteya iktîsadî û îdarî, li Ezezê Fakûlteya Ilmên Îslamî, li Efrînê jî wê fakûlteya perwerdeyê were avakirin.

Biryar ji aliyê serok Erdoğan hat îmzekirin û di rojnameya fermî de hat weşandin.

Zanîngeha Entabê di meha nîsanê ya 2018an de li Cerablûsê Dibistana Bilind a Meslekî vekiribû.

Rêvebiriya zanîngehê diyar kiribû ku serlêdan pir in û ji bo fakûlte veke serî li YÖK’ê dabû.

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE