"Li Sûriyeyê 370 hezar kes vegeriyane herêmên ji terorê hatine paqijkirin"

Oktay li Entabê di "Foruma Navneteweyî ya Koç û Koçberan û Çareseriyên Herêmî" da axivî ku li otêlekê hat lidarxistin.

"Li Sûriyeyê 370 hezar kes vegeriyane herêmên ji terorê hatine paqijkirin"

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "(Li Sûriyeyê) Ji welatê me qederê 370 hezar kes vegeriyane herêmên ji terorê hatine paqijkirin."

Oktay li Entabê di "Foruma Navneteweyî ya Koç û Koçberan û Çareseriyên Herêmî" da axivî ku li otêlekê hat lidarxistin.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay di axaftina xwe da got ku ji welatê me qederê 370 hezar kes vegeriyane herêmên ji terorê hatine paqijkirin.

Oktay destnîşan kir hemû kesên ku ji dil dixwazin krîza însanî ya li Sûriyeyê bi dawî bibe di mijara navçeya aram da divê alîkar bibin.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay got ku em guh nadin gotinên kesî û alîkariya ku tê dayîn, em biryardar in ku korîdora aştiyê ava bikin û wiha dewam kir: "Yên li herêmê di navbera rêxistinên terorê da cudahiyê dikin, li herêmên ewle yên wek Çobanbey û Cerablusê agir berdidin aştiyê bila bizanibin ku ew zanetî yan jî nezanî avê dikşînin aşê terorê."

Dîroka nûkirinê: 26 Mijdar 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE