Li Sêrtê 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin

Di çarçoveya operasyona ku duh li devera çiyayî ya Baykana navçeya Sêrtê dest pê kir da 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin

Li Sêrtê 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin

Di çarçoveya operasyona ku duh li devera çiyayî ya Baykana navçeya Sêrtê dest pê kir da 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.

Li gor agahiya ku hat hildan, Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ji bo ku li herêma dikeve berpirsiyariya Fermandariya Cendirmeyên Navçeya Baykanê terorîst werin berterefkirin, tevkarên wan werin girtin û sitargeh, parêzgeh û depoyên ku li gor nirxandinê terorîst bi kar tînin werin xerabkirin, duh li 4 gund û 4 taxan derketina derva hat qedexekirin û piştra li dijî PKKya rêxistina terorê operasyonê dest pê kir û didome.

Di operasyona ku ji hewa va jî piştgiriya wê hat kirin da 2 jê jin 3 terorîstên PKKyî bi Wesayîta Esmanî ya Bêmirov (ÎHA) hatin tesbîtkirin û berterefkirin.

Li herêmê operasyon dewam dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 îlon 2018, 12:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE