Li Sêrtê agirê ku bi baxçeyê darên fistiqan ket, hat temirandin.
Li gor agahiya ku hat hildan, li taxa Algulê ji ber sedemeke hê ne diyar e, agir bi baxçeyên fistiqan ket û bagerê agir di demeke kin da gur kir.
Ekîbên Midûriya Îtfaiyeyê ya Şaredariya Sêrtê di 3 saetan da paşê agir temirand.
Midûrê Îtfaiyeyê Mîsbah Yilmaz ragihand ku di şewatê da darên fistiqan yên li ser nêzî 200 donimî zirar dîtin.AA