Li Qurtalana navçeya Sêrtê du ciwanên di wesayîtê da gule berî serê wan dane hatin dîtin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, li texma goristanê ya li ser rêbejaya Qurtalan-Sêrtê welatiyan di wesayîteke parkkirî da du kesên nalipitin dîtin û li ser vê haya rayedaran pê xistin, ekîbên polês û tenduristiyê hatin herêmê.
Di lêkolîna ekîbên Serwêsa Acil a 112ê da hat tesbîtkirin ku Meryem A. (25) li dewsa bûyerê miriye. Ekîban Şaban T. (26) yê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qurtaanê ligel midaxeleyan ew jî mir.
Lêkolîna der heqê bûyerê da dewam dike.AA