Li Sêrtê eskerê ku pê li mayinê kir şehîd ket

Li Perwariya navçeya Sêrtê eskerê ku pê li mayina ku tê nirxandin kevn e kir, şehîd ket.

Li Sêrtê eskerê ku pê li mayinê kir şehîd ket

Li Perwariya navçeya Sêrtê eskerê ku pê li mayina ku tê nirxandin kevn e kir, şehîd ket.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku di dema fealiyeta kewş û çavdêriyê ya ji bo ewlehiyê ya li herêma Girê Hik a ji hêla Fermandariya Tabûra Piyadeyên Bimotor a 3yemîn a Fermandariya Tûxaya Komandoyan a Sêrtê ya 3yemîn da eskerekî qehreman pê li mayineke ku tê nirxandin kevn e, kir.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku esker ji lingê xwe birîndar bû û wiha hat gotin:

"Personelê birîndar bi helîkoptera cure S-70 ku ji Fermandariya Herêma Şirnexê ya Cendirmeyê bi hewa ket va bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hat sewqkirin. Lêbelê li nexweşxaneyê digel her cure midaxeleyî nehat xilaskirin û şehîd bû. Em ji bo şehîdê me yê qehreman ji Xwedê rehmetê, ji bo malbata wî û hevalên wî yên çekê jî serxweşiyê dixwazin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE