Li Sêrtê ji ber baranê çaleke kûr çêbû

Li Kurtalanê ji ber barîna baranê çaleke kûr û fireh çêbû

Li Sêrtê ji ber baranê çaleke kûr çêbû

Li Kurtalana navçeya Sêrtê ji ber barîna baranê çaleke kûr û fireh çêbû.

Hîndekarê Beşa Cografyayê yê Fakulteya Fen Edebiyatê yê Zanîngeha Firatê Prof. Dr. Murat Sunkar li ciyê ku çal çêbû lêkolîn kir.

Prof. Dr. Sunkar got ku çal 2 hefte beriya vê li taxa Sumerê derketiye holê û 5 mêtro kûr û 15 mêtro jî ber e.

Sunkar got kevirên li vê herêmê hesas in û wiha axivî:

"Tebeqaya kevir ya ser hesas e û di baranan da dibe ku bihele. Di encama vê da hilweşiyaye û çaleke wiha derketiye holê. Bila welatiyên li taxê dijîn netirsin. Tiştekî bi tahlûke tuneye."

Ji welatiyan Şakîr Altunişik jî got ku dibe ku ji ber baranê li taxa wan çalên nû çêbin û ji ber vê ditirsin.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 10:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE