Li Sêrtê ji bo dîtina zarokê ku li ber avê çû xebat hatin destpêkirin

Li Sêrtê ji bo dîtina zarokê ku li ber avê çû xebat hatin destpêkirin

Li Sêrtê j bo dîtina zarokê 12 salî ku di Gola Bendavê ya Prof. Dr. Veysel Eroglu de li ber avê çû xebat hatin destpêkirin.

Li gorî agahiyan, li texma Pira Botanê ya rêbeja Sêrt-Erûhê zarokê 12 salî yê bi navê H.H.O. bi mebesta hênikbûnê bi hevalên xwe re xwe avêt golê û li ber avê çû.

Li ser îxbara ku gihişt Navenda Banga Acil a 112ê, ekîbên cendirme, AFAD û UMKEyê ji cihê bûyerê re hatin sewqkirin.

Ji bo piştevaniya xebatên lêgerînê daxwaza ekîba xozber ji wîlayetên derdorê hat kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE