Li Sêrtê karsazê xêrxwaz Mehmet Şirin Yildiz alîkariya solan da xwendekaran.
Yildiz, sol diyarî xwendekarên Dibistana Alparslanê kirin.
Yildiz diyar kir ku wan bi qasî derfetên xwe alîkarî da zarokan û herwiha ew ê li dibistanên din jî vê alîkariya xwe bidomînin.
Midûrê Dibistanê Bahattin Çelik jî ji ber alîkariyê, sipasiya Yildiz kir û plaket dayê.