Li Sêrtê jina hemle bi xebata 6 saetan gihandin nexweşxaneyê

Ji bo vekirina rêya gund a ku berfê xitimandibû, ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hatin şandin.

Li Sêrtê jina hemle bi xebata 6 saetan gihandin nexweşxaneyê

Li Perwariya navçeya Sêrtê, li gundê ku rêya wê ji ber berf û bagerê hat girtin, jina ku sancûyên wê yên welidînê dest pê kirin, bi xebata ekîban gihandin nexweşxaneyê.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê, Sakine Başbuga 37 salî ya 9 mehî hemle ku li gundê navçeyê Bentê dijî û diya 7 zarokan e, dema sancûyan girt, malbata wê ji peywirdaran alîkarî xwest.

Ji bo vekirina rêya gund a ku berfê xitimandibû, ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hatin şandin.

Bi xebata ekîban rê vebû û ekîbên UMKE û yên tenduristiyê çûn gund, Başbug bi xebata ku 6 saetan dewam kir va gihandin Nexweşxaneya Dewletê ya Perwariyê.

Piştî midaxeleya ewil a li vir, Başbug sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE