Li Şêrwana navçeya Sêrtê ji ber barîna berfê li 12 dibistanên gundan perwerdeya xwendekarên ku ji dûr va tên hat rawestandin.
Qaymeqam Recep Hasar di daxuyaniya xwe da diyar kir, li navçeyê barîna berfê û şertên neyînî yên hewayê didomin.
Hasar got, lewma jî li gundên navçeyê Cevizlik, Elmadali, Yamaçli, Nallikaya, Oya, Kesmetaş, Ormanbagi, Kayahisar, Ozpinar, Adiguzel û Çeltikyoluyê perwerdeya xwendekarên ku ji dûr tên bo îro hat rawestandin.AA