Li Sêrtê Mizgefta Mezin 893 sal e li ser piyan e

Li Sêrtê mizgefta ku li gorî kitabeya wê, di sala 1129an da hatiye çêkirin û taybetiyên mîmariya Selçûqiyan dihewîne, hê jî saxlem e û li ser piyan e.

Li Sêrtê Mizgefta Mezin 893 sal e li ser piyan e

Li Sêrtê Mizgefta Mezin a di sala 1129an da hatiye çêkirin, ji bo ziyaretvanan atmosfera menewî ya dînê Îslamê derdixe holê.

Li Sêrtê mizgefta ku li gorî kitabeya wê, di sala 1129an da hatiye çêkirin û taybetiyên mîmariya Selçûqiyan dihewîne, hê jî saxlem e û li ser piyan e.

Minareya wê li ser qaîdeya prîzmaya tîkgoşe hatiye avakirin û gewdeyê wê yê girover jî her ku hevraz dibe zirav dibe. Dîsa li ser herçar aliyê minareyê bi celebê nivîsa Kûfî va navên Hezretî Mihemed û yên herçar xelîfeyan Hezretî Ebûbekir, Hezretî Omer, Hezretî Osman û Hezretî Elî hatine neqişandin.

Mizgeft ji derva va bi kevirê birî, ji hundir va jî bi kevirên biserhevda yên bi xercê Xoresanê va hatiye çêkirin.

Midûrê Çand û Turîzma Parêzgehê Îrfan Tekîn diyar kir, mizgefta ku dîroka teqez a çêkirina wê nayê zanîn, li gorî qebûla giştî bi emrê Sultanê Selçûqî Muxîsîdîn Mehmûd di sala 1129an da hatiye çêkirin.

Tekîn diyar kir ku mînareya wê li ser qaîdeya çargoşe bi gewdeyê girover hatiye çêkirin û wiha got:

"Minare bi tûxleyan hatiye çêkirin. Bi neqşên geometrîk ên cuda va hatiye xemilandin. Minare bi teknîkeke ku bêtir li Îran û Tirkmenistanê berbelav e hatiye çêkirin û her wisa ji hêla teknîka xwe va jî dişibe Mizgefta Mezin a Mûsilê."

Tekîn bal kişand ku mizgeft 893 sal e li ser piyan e û bedewî û xweşikiya xwe diparêze û her wiha her sal ji welêt û dervayî welêt gelek ziyaretvan tên dîtina wê.

Meleyê Mizgefta Mezin Nezîr Obut jî bal kişand digel ku 893 sal di ser ra derbas bûye, mizgeft hê jî saxlem e û li ser piyan e.

Ziyaretvan Huseyîn Sevînç jî got ku mizgeft ne tenê ji bo Sêrtê, her wisa ji bo tevahiya alema Îslamê berhemeke girîng e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE