Di êrîşa li Qurtalana navçeya Sêrtê hat kirin da kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên hatin sitandin, kesên hê nasnameya wan nehat tesbîtkirin li tanga gundê Yêşîlyurtê êrîşî wesayîta Erdî Uluşik (23) û Abdulselam Uluşik tê da bûn kirin.
Di êrîşê da 2 kesên di wesayîtê da birîndar bûn.
Ekîbên Serwêsa Acil a 112ê Erdî Uluşikê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qurtalanê ligel midaxeleyan xilas nebû.
Ji bo derdestkirina êrîşkaran xebat dewam dikin, tê nirxandin dibe ku ji ber deyn û deyndariyê êrîş hatibe kirin.
AA