Li Sêrtê tehma ku bi saetan dipije: Nanê hişk

Nanê ku li herêmê wekî "Ixbeys keek" tê zanîn, ku di şertên guncav da bê parastin, bo demeke dirêj kartû nabe û her wiha tê şilkirin û xwarin.

Li Sêrtê tehma ku bi saetan dipije: Nanê hişk

Li Sêrtê nanê hişk yê ku bi arê bikapek tê çêkirin, di tendûrê da bi alava agirê êzingan bi qasî 12 saetan dipije.

Nanê ku li herêmê wekî "Ixbeys keek" tê zanîn, ku di şertên guncav da bê parastin, bo demeke dirêj kartû nabe û her wiha tê şilkirin û xwarin.

Nanê tisî yê ku li bajêr di tendûran da tê pehtin, bi piranî di taştê da bi penêrê sîrimê va tê xwarin.

Hilberînerê nanê tisî Hakki Kara diyar kir, nan pêşiyê tê şilkirin û paşê tê xwarin.

Kara diyar kir ku ew hevîr qedera 40 deqîqeyî divestire û wiha dewam kir, "Em arê spî tevî hevîr nakin, em hevîrtirşk jî kêm dixinê. Di qazanê da gava hil tê, em jê girikên 300 gramî çêdikin. Gava çir dibe, em paşê di qaseyê da 40 an 50 deqîqeyî didin sekinandin û paşê jî kuncî û hêk lê wer dikin û pê dihesikînin û her wiha di tendûrê da dipêjin."

Kara got, hevîrê ku ew êvarê dixin tendûrê, qedera 12 saetan tê da dimîne ku ev yek tehmeke pir xweş dide nan.

Kara bal kişand ku nanê hişk di çanda herêmê da xwedî cihekî girîng e û wiha dewam kir, "Tehma wê pir xweş e. Divê meriv şil bike û wisa bixwe. Bi penêrê sîrimê û çay ra pir xweş e. Heger rind were pehtin û baş were xwedîkirin, bi qasî 6 mehan tê xwarin."

Welatî Mahfuz Saim diyar kir ku ew timî vî nanî tercih dike û her wiha ew ji bo eqrebayên xwe yên li dervayî bajêr jî dişîne.

Necatî Surme û Hikmet Yilmaz jî bal kişandin ku tehma vî nanî pir xweş e, meriv dema dixwe, meriv zû birçî nabe û lewma ew pişniyazî herkesî dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE